Esasên Xebata Meclisa Gel

ESASÊN XEBATA MECLISA GEL

A- MECLISA GEL:
1- Platforma koordînasiyonî ya herî bilind a hemû kes û saziyên demokrat, sosyalîzma zanistî û humanîter e yên ku daxwazên azadî, demokrasî û aştiyê yên gelê kurd ê ku li ewrûpayê dijî diparêzin; ji xwe re civaka ekolojîk-demokratîk û azadiya cinsî, yekîtiya navneteweyî, hevkarî û biratiya gelan bingeh digirin; hemû avahiyên dewletê yên otorîter, teokratik, monarşîk û faşîst ji binî red dikin.
2- Awayê xabatê, sîstema rapor-giştînameyê, awayê rêxistinkirinê, sîstema wê ya sazîkirina hundirîn û wezîfedarkirina wê bi metodên demokratîk tê diyar kirin.
3- Xebat û rêxistinkirina xwe li gorî kanûn û dadgeriya welatê ew lê ye berdewam dike.

B-Armanca wê Li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk parastina nirxên çandî û zimanî yê gelê kurd ê ku li ewrûpayê dimîne; afirandina hişmendiya demokratîk a neteweya Kurd; bi pêşxistina ruhê hevkarî û alîkariyê bi mebesta hevkariyê hemû kurdan li derdora raman, fêmkirin û felsefeya demokratîk dide hevdu da wan bigihîne musteweya civateke azad; wan li gorî prensîba Konfederalîzma demokratîk birêxistinî dike da ku bibin hêzeke îradeyî; çareserkirina wan hemû probelemên civakî, çandî, brokrasî, aborî, ziman, hwd ên ku li wan welatên ew lê dijîn derdikevin pêşiya wan; hevkarî û yekîtiyekê di navbera komên hûmanîter, bawerîyan, hindikayiyan, grubên çandî û gelên cuda de pêk bîne.

C-Meclisên seheyî(deverî) û xebata wan
1- Meclisên deverî li gorî sosyal, siyasal, çand û pêwistiyên aborî û taybetmendiya civakî xwe bi awayê komisyonan birêxistinî dike.
2- Meclîsên deverî komisyonên xwe yên rêxistinkirinê, têkiliyên derve, çand, hîndekarî(perwerde) û ragihandin, ciwan, jin, sazî, heq û edelat, yekîtiya dînî û maliyeyê pêktîne
3- Îdareya Meclisên Gel ên deverî; ji serokên Meclisên Deverî û ji berdevkên komisyonên ku li seheyan hene pêktê.
4- Birêvebirina Meclisên Gel ên Deverî; Îdareya Meclisê li gorî dabeşkirina xebatê ya di nava xwe de, herî hindik birêvebiriya xwe ya 3 kesî hildibijêre.
5- Meclisên Gel ên Deverî; nûnerên deverî yên Meclîsên Herêmî yên Gel in û ew tabiyê xebata Meclisên Herêmî yên Gel in.
6- Birêvebiriya Meclisên Gel ên Deverî; ji xebatên giştî-praktîkî yên di navbera du civînan de berpirsiyar e.
7- Îdareyên wê ji mehê carekê, birêvebiriyên wê jî ji 15 rojan carekê dicivin.

D- Meclisên Gel ên Herêmî Û xebata wan
1- Meclisên Gel ên Herêmî; ji giş endamên komisiyonên herêm û deveran pêktê.
2- Meclîsên Gel ên Herêmî deverên tevlîbûnê, parvekirinê û deverên ku demokrasiya rasterast lê tê bikaranîn in. Ji ber vê jî bê ku girêdayî mekanîzmaya hiyerarşîk be biryaran digire, plansaziyan pêktînê û wan dixe praktîkê. Incax ji bo amadekirina planên giştî û armancên hevbeş, dîsa ji bo koordînasiyon û hevahengiya xebatan digel Koordînasiyona Civata Demokratîk a Ewrûpayê bi hevahengî kar dike.
3- Meclisên Gel ên Herêmî li gorî prensîba hilbijartin û tevlîbûna demokratîk xebatê dike.
4- Îdareyên Meclisên Gel ên Herêmî; ji berdevkên hemû herêm û komisyonên deverî(seheyî), ji serokê herêmê û ji serokên meclisên deverî pêktên.
5- Birêvebiriya Meclîsa Gel a Herêmî; birêvebiriya meclîsê girêdayî dabeşkirina xebatê ye ya ku ew ê di nava xwe de li hevdu par bikin, ew herî kêm
5 kesan ji bo birêvebiriyê hildibijêrin.
6- Idareya Meclîsa Gel a Herêmê hem divê plansaziya Koordînasiyona Civaka Demokratîk a Ewrûpayê û hem jî plansaziya herêmî têxe meriyetê, wekî din jî ew ji koordînasiyona xebatên komisiyonan jî berpirsiyar e.
7- Idareyên wê ji mehê carekê, Birêvebiriyên wê jî ji 15 rojan carekê civînên xwe pêktînin.
8- Birêvibirina Meclîsa Gel a Herêmê; ji hemû xebatên rojane-pratîk ên di navbera du civînan de mesul e.
9- Berdevkên komisyonan û serokên meclisên deveran digel birêvebiriya herêmî tevî raporên xwe yên xebatê beşdarî civîna dibin.

E- Esasên Giştî
1- Beşdariya xebata Meclîsê li ser esasê jidiliyê û berpirsiyariyê ye. Dema endam pêwist dibîne sedema xwe bi awayekî nivîskî pêşkêşî îdareya komisyonê û konseyê dike, piştî ku daxwaza wî/wê were erêkirin dikare veqete.
2- Serokên Meclîsên Gel ên Dever û Herêman li ser esasê ku ew di kongreyên salane de bi dengên delegeyan ên bidîzî, bi hejmartina vekirî bi piraniyeke saltî têne hilbijartin.
3- Berendamên endametiyê yên ku dixwazin beşdarî xebatên Meclisan bibin, wek berendamên delege di lijneya giştî ya ku salê carekê pêktê de, bi dengên xelkê têne hilbijartin û mafê beşdarbûnê werdigirin. Ew kesên ji bo bibine delege bûne berendam divê girêdana wan bi nirxên welatparêziyê re hebe, divê aqilê wan temam be, divê wan tewanên rûreşiyê nekiribin.
4- Piştî ku delege di nava meclisê de hatin hilbijartin li hemû deverên xebatê xwedî mafên hilbijartinê hilbijêriyê ne.
5- Endamên meclisê pirsgirêkên xwe yên hundirîn, kêmasî û nekirkêriyên ku derdikevin holê bi metoda rexne-xwerexneyê çareser dikin.
6- Her delege di platformên meclîsan de mafê wî/wê heye ku dîtina xwe diyar bike, pêşniyar û ramanên xwe pêşkêş bike.
7- Di civîna salane ya lijneya giştî de, digel serokê Meclîsa Gel endamên komisyona Haq û Dadê têne hilbijartin.
8- Dema watiniya serokê Meclîsa Gel a Herêmê salek e. Ew di civata giştî de careke din jî dikare bibe berendam.
9- Serokê Meclîsan, di tura pêşî de li gorî piraniya saltî tê hilbijartin. Heger piraniya saltî neyê bidestxistin kî di tura duyemîn de dengê herî bilind bistîne ew tê hilbijartin.
10- Serokên Meclîsan, ji bilî rewşên îstîsnayî bi pêşniyara ji sêyan yekê endamên konseyê û bi biryara piraniya ji sêyan du yê hemû delegeyan dikare ji wezîfeyê bête avêtin.
11- Di hemû hilbijartinan de delege xwedî mafê bikaranîna yek dengî ne. Ev maf dewrî kesekî din nayê kirin.
12- Komisyonên Heq û Dadê li tevahiya herêmê berpirsiyar in û ew li ser vî esasî têne hilbijartin.
13- Meclîsên dever û herêman, dikarin yek ji endamekî komisyonê yan jî hinekan ji wan ji watiniya wan bigirin û bavêjin yan jî xebata wan ji bo demekê rawestînin. Meclîs, dikarin vê selehiyeta xwe bi şertê ku ji sêyan yekê endamên wan teklîf bikin û bi erêkirina piraniya dengên ji sêyan duyên endamên xwe pêkbînin.
14- Meclîsên deverî û herêmî bi beşdariya hemû endamên xwe ji sê mehan carekê peryodîk civînên xwe pêktîne. Heger pêwist were dîtin yan jî di rewşên acîl de bi banga 1/3 yên endaman jî dikare civînên neasayî pêkwerin.
15- Watiniyên(erk, wezîfe) bingehîn ên Îdareyên Meclîsên dever û Herêman; ji bo biryar têkevin pratîkê hewl dide, xebata komisyonan dişopîne, xebatên giştî koordîne dike da ku xebat li gorî armanca xwe bigihîjin hedefê.

F- Armanca Komisyonan Û Xebata wan:
1- Bingeha awayê rêxistinkirina Meclisa Gel a Demokratîk ji wan komisyonan pêktê yên ku azadiya cinsî-ekolojîk-demokratik, beşdariyê, berhemdariyê û cudahiyan di nava xwe de li ser esasê xoşewîstî qebûl dikin. Digel ku komisyon ji xebatên meclîsê berpirsiyarin jî, her endam di pileya yekemîn de ji xebata xwe berpirse.
2- Her komisyon li gorî pêwistiyên xwe yekîneya xwe ya jêr ava dike.
3- Her komisyon di çarçoveya demokratîk de berdevkê xwe diyar dike
4- Komisyon dîroka civîna xwe ya hundirîn bi xwe diyar dikin.
5- Endamên komisyonê ji bo salekê têne hilbijartin û ew sala din jî dikarin bibin berendam.
6- Di nava vê demê de li şûna wan endamên komisyonê yên ku nema karin karê xwe bikin ên nû têne hilbijartin.
7- Meclîsên gel ên deverî û herêmî, bi li berçavgirtina pêwistî û hêza deverî komisyonên xwe hildibijêrin.
8- Berdevkên Komisyonê ji 15 rojan carekê rapora xwe pêşkêşî birêvebiriya meclîsê dikin.
9- Komisyon, li wan deverên ku şert lê ne musaîtin ji bo sala pêşî dikare bi tayinkirinê were ava kirin. Ji sala duyan û pêde Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa deverê ji aliyê civata xwe ya giştî ya salane de li gorî esasê hilbijartinê têne hilbijartin.
10- Komisyonên Bingehîn; Rêxistinîkirin, Heq û Dad, Jin, Ciwan, Aborî, Çand-huner, Ekolojî, Têkiliyên Derve, Hîndekarî û Ragihandin, Sazî û Yekîtiyên Dînî ne. Ji bilî van di çarçoveya xweseriya her herêmê de li gorî pêwistiyan avakirina komisyonên nû jî mumkun e.

Li Gorî Vê;
1- Komusyona Birêxistinkirinê Ji bo ku mirovahî bi her awayî bigihîje jiyaneke pêşverû, gel nasnameyên xwe yên neteweyî bi dest bixin, alava herî bingehîn ji bo temînkirina
konsantrasyona kolektîf a ked û ramanê rêxistin e. Yek ji diyardeyên here bingehîn ji bo Kurd bigihîjin nasnameya xwe ya neteweyî û gelî; zanebûna jiyaneke însanî û civata demokratîk, rastiya azadiyan ew e ku karibe rêxistineke bihêz ava bike. Ji ber vê sedemê jî rêxistinî ji bo kurdan gelek jiyanî ye. Birêxistinbûyin garantiya azadiyê, jiyana bi edalêt, aştiyeke bi şexsiyet, netewebûyina demokratîk û îradeyeke ku pala xwe dide rastiya gel derdixe ortê.

Li ser vê esasê;
a- Komisyona birêxistinkirinê; ji wan kesan pêktê yên ku bi awayekî aktîf cî di nava sazî û girsehiya gel de digirin.
b- Rêxistinkirina xwe ava dike li ser esasê ku karibe bersivê bide pêwistiyên aborî, çandî, siyasal, sosyal û neteweyî yên gelê Kurd ku koçî ewrûpayê kiriye.
c- Li şûna rêxistinkirineke navendî, ew bingeheke mayinde pêktîne da ku civateke demokratîk a ku têde cudahî û xweserî dikarin xwe îfade bikin, di jiyana praktîkî de jî, ji bo xwe seheya tedbîqkirinê peyde bikin.
d- Ew li gorî xweserî û pêwistiya gel seheyên cins, temen, hîndekarî û tercîhên di çarçoveya dînan de tespît dike, pêşengiya avakirina birêxistinkirinên cuda dike.
e- Ew dike ku xebatên pêşxistina têkoşîna azadiyê, di nava gel de birêxistinkirin, polîtîkayên rojane, aborî, çalekiyên demokratîk bimeşin.
2- Komusyona Heq û Edelatê Komisyona heq û edelatê, hewl dide hemû nerehetiyên civakî yên ku li herêmê têne jiyandin, pirsgirêkên ku di nava kesan de hene bi rêya aştî û li
hevdukirinê çareser bike. Komisyon meşruîyeta xwe, ji erêkirina terafan a jidil ku qerarên wê hê ji serî de qebûl dikin, hakemtiya wê dipejirînin werdigire.
Dîsa di heman demê de ew pirsgirêkan bê formalîteyên brokratîk û bê navberçiyan bi awayekî demokratîk çareser dike. Erkên komisyonê pirsgirêkên civakî yên li herêm û deverê, pirsgirêkên edetî yên di navbera kesan de, nakokiyên bazirganiyê, herêmî, eşîrtî, xwîn û dozên din ku ji ber egerên din diqewimin bi awayekî bêterafgirtin û adilane bidawî tîne.

Li Gorî vê;
a- Komisyona Dad û Maf; Ji aliyê Meclîsa Gel a Herêmê tê hilbijartin.
b- Ew kesên ku dê bibin endamên Komisyonên dad û mafan divê di nava civatê de xwedî qeder û qîmetekî bin, li herêm û deverê niqaş li ser kesayetiya wan tunebe, xwedî zanebûn û tecrûbeyeke bin. Komisiyon divê ji nava van kesan bêne hilbijartin.
c- Dema wezîfeya komisyonê salek e. Endamên komisyonê ji nû de dikarin bibin endam û bêne hilbijartin. Hejmara endamên komisyonê, li gorî pêwistiya herêm an jî deverê tê diyarkirin.
d- Serlêdanên ku ji bo komisyonê bêne kirin divê nivîskî bin. Komisyon, berî ku pirsgirêkê bigire dest pêşî diyalogê digel aliyan datîne, wan di derbarê armanc û awayê xebata komisyonê de agahdar dike. Piştî ku herdu alî piştrast dikin ku ew ê rêzê ji biryara komisyonê re bigirin komisyon dest pê dike nakokiyê digire dest û çareser dike.
e- Komisyon, biryara xwe li gorî beyanên aliyan ên nivîskî û devkî û îfadeyên şahidan, di çarçoveya belgeyên ku têne pêşkêş kirin dide. Ji bilî vê tu tişt, tu wezîfedar, sazî, mercî nikare bibe aliyê pirsgirêka ku hatiye ber destê komisyonê.
f- Endamên
Komisyona Dad û maf nikarin di komisyonên din de cî bigirin.
g- Komisyona Dad û Mafê, li beramberî Meclîsa Gel a Herêmê berpirsiyar e û divê xebatên xwe yên dike jî bi awayekî rêkûpêkî bigihîne ber destê îdareya herêmê û avahiya Meclîsê.
h- Divê xebata peydakirina endaman ji bo komisyonan li herdeverê esas were girtin.
3- Komisyona Jinan
a- Bi mebesta pêşxistina zanebûna jinê ya neteweyî, sosyal û siyasal xebatan dike, bi vê armancê jî ew derfetên proje û yên pratîk ên mîna hîndekarî, çand, pîşe, ziman û hwd amade dike.
b- Ew ji bo xwe perwerdekirin û guhertina civatê esas digire
c- Ew xebata xwe bi tenê bi jinên kurdan bi sînor nake, ew hewl dide ku têkiliyên xwe bi jinên ji neteweyên din re jî deyne. Ji bo vê jî, ew danûstendinan digel sazî û komeleyên jinan datîne da ku seheyên xebat û platforman ava bike.
d- Ji bo danasîna Kurdistanê, çand, ziman û dîroka kurdan xebateke xweser dimeşîne.
e- Komisyona Jinan di têkiliyên navbera Meclîsa Jinan û Meclîsa Gel a Herêmê de rola pirî dileyize
4- Komisyona Ciwanan
a- Birêxistinkirina ciwanan di seheyên sosyal, siyasî, çandî û sporê de esas digire, ew potansiyela ciwanan ji bo guhertin û veguhertina civatê dixe tevgerê.
b- Ciwanan, bi têgeheştin û zanebûna civakî û neteweyî ya kurd û di çarçoveya nirxên demokratîk ên ewrûpayê de perwerde dike.
c- Ew projeyên xweser û yên cuda ji bo ciwanên karker, xwendekar û bêkaran amade dike, li gorî pêwistiyan û dastdêriya şertan çalakiyan li dardixe.
d- Bitêkilîdayina digel ciwanên zanîngehan, ew xweseriya vê kategoriyê li ber çavan digire, di çarçoveyeke berfireh û elastîkî de têkiliyên mayinde datîne.
e- Li kêleka birêxistinkirina ciwanên ewrûpayê, ew platformên hevbeş digel însyatîfên sivîl ên civakî û klubên ciwanan pêktîne.
5- Komisyona Têkiliyên Derve
Tevî ku têkoşîna azadiya Kurd têkoşîneke meşrû û rewa jî ye û li gelek deverên din ên dunyayê gelek mînakên mîna wê hene jî, dîsa jî di serî de ew herçar dewletên serdest ên ku Kurdistan di bin desthilatdariya xwe de digirin û ji aliyê hêzên biyanî de bi polîtîkayeke tecrît û taswiyeyê re rûbirû ye. Di nava rewşeke îtîfak û dîplomasiya ku li ser esasê berjewendî û pala xwe dide dewletan de, têkiliyên herî rast û mayinde yên ji awura berjewendiyên Gelê Kurd û têkoşîna wê de ew têkiliyên ku digel gelan û rêxistinên sivîl têne danîn in. Bi kurtasî ew dîplomasiya ku wek “ dîplomasiya gel” nav lê têkirin divê di ser yeko yeko kesan re ji jêr berbi jor de bi awayekî gelemperî pala xwe bide gelan û rêxistinên saziyên sivîl.
Pêwistî bi pêşxistina xebateke berfireh ya karê derve ku di musteweya herêman de têkiliyên berfireh û mayinde pêkbîne heye. Ew komisyonên ku di her herêman de pêk werin, divê li gorî taybetiya wan herêman bin, divê li gorî rewşa saziyên civakî yên herêmê, komele, sendîka û partiyên siyasî pêwendî bêne pêşxistin. Di vê çarçoveyê de pêşxistina têkiliyan digel saziyên sivil, dîsa berfirehkirina têkilî û îtîfaqan bi hemû beşên ku alîgirên azadiyan, mafê mirovan û demokrasiyê ne. Di rojevê de hiştina çareserkirina pirsgirêka kurd, bi bawayekî berdewam kişandina bala raya giştî xebateke gelek girîng e. Divê mirov saziyên sivîl ên civakî û raya giştî ya demokrat bike hevkarê pirsgirêka kurd da ku roleke çalak di çareserkirina pirsgirêka kurd de bileyizin. Ev di eslê xwe de avakirina esasê xebata Meclîsa Gel e.

Li Gorî;
a- Komisyona têkiliya derve di serî de ji kesayetiyên ji gelên din divê were pêkanîn. Lê ji gelê me jî divê kesên zana û xwedî tecrûbe beşdarî nava xebatan bibin û ev seheya xebatê divê ji bo gel were vekirin, divê xebateke di vê çarçoveyê de esas were girtin.
b- Bibikaranîna derfetên li herêmê, biawayekî koordîneyî digel saziyên li welat, pêşxistina projeyên ku berê wan li welat in.
c- Ji bo pêşî li ber wan kesên ku dixwazin têkiliyên ku bi derfetên tevgera azadiyê hatine bi destxistin ji bo tesarufa xwe ya ferdî bikarbînin divê xebata kolektîf û hevkarî bête esas girtin.
d- Komisyonên li herêmê tevî ku xebatên xwe di çarçoveya insiyatîf û plansaziya xwe de dimeşînin jî, ew di nava hevahengîya digel komele û federasiyon dixebite.
e- Bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên gelê herêmê yên civakî, brokratîk û tendirustiyê digel biyaniyan projeyên hevbeş pêşdixe û wan dixe meriyetê.
f- Ji bo nasandina nirxên welatparêzî û têkoşîna azadiya Kurd di nava raya giştî ya biyanî de biawayekî rast û dirûst û pêşîgirtina dezînformasiyonên di vê mijarê de xebatan dimeşîne.
g- Şopandina pêşketinên ku têkiliyan wan bi rewşa Serokatiyê re hene û di çarçoveya biryarên giştî de meşandina faliyetan ji bo azadiya Serokatiyê, di çalakiyan de temînkirina beşdariyan, wazîfe û erkê bingehîn ên van komisyonane.

6- Komisyona Perwerde û Ragihandinê
a- Komisyona hîndekarî û ragihandinê ji bo ku gel perwerde bike û beşdarî prosesê bike, di serî de di nava xwe de sîstemeke perwerdê li gorî şertan pêşdixe û ji bo wê alavên ji her cureyî yên ragihandinê dixe dewreyê.
b- Bizanebûna ku uslub û xîtab ji bo tesîrkirina girseyiyan xwedî giringiyeke pir mezin e, ew ji bo xwe uslubeke balkêş û bitesîr esas digire.
c- Ew di wextê wê de bêbawerî, bêhêvî, nediyarî û hwd hemû wan êrîşên îdeolojîkî tespît dike, li dijî wan têkoşîneke bitesîr ya îdeolojîk û polîtîk esas digire. Di vê wateyê de di serî de semt, di çapa dever û herêman de, hema ji têkiliyên yeko yeko bigirin heta bi civînin grubên teng û civînên ku girseyên pir girs ên gel beşdar dibe li dar dixe. Di wan mijarên ku pêwistî pê hene de sohbet, niqaş û semîneran li dar dixe.
d- Hesasiyeta gel li hemberî pêşketinên siyasî yên rojane çêdike, ji bo ku gel têkeve nava tevgerê wan perwerde dike û wan dixe nava tevgerê. e- Ew ji bo beşdarkirina girseyiya gel a li herêmê di nava çalakî û tevgerê de dixebite
f- Ew mudaxileyî wan hemû jihevdûrketin û jihevdûqotbûnên di asta herêmê de ya di nava kesan malbatan û beşên cuda de dike, ew serrastkirina van têkiliyan ji xwe re hedef digire. Di vê çarçoveyê de ew xwe digihîne wan kesên xeyidîne, yan jî yên ku ji xebatê dûr ketine, biqasî ku ew wan careke din qezenc bike, ew divê wan kesên ku ne birêxistinin jî birêya birêxistinkirinê wan birêxistinê bide qezenc kirin.
g- Di têkoşîna îdeolojîk, xebata rêxistinkirinê de û di xebata çalakiyên demokratîk de ew digel komisyona birêxistinkirinê di nava hevahengiyê de dixebite.
7-Komisyona çand-hûnerê
Xebatên çand û hûnerê di veguhertin û ronahîkirina civatê de xwedî roleke pir giring in. Seheya çand, hûner û wêjeyê, di merceya xwe ya xwezayî de seheyeke nerm e û qebûlek jî ji bo wê heye, ji bo parvekirin û hevbeşiyê musaîttir e. Yek ji xebatên herî giring ê demê di jiyana rojane de bikaranîna zimanê kurdî, belav kirina wê di nava girseya gel de, danasîna folklor û wêjeya kurdî biawayekî berdewam e.

Biqasî ku çanda kurd divê ji rewşa qedexe û zordariyan bê dûrxistin û rizgarkirin, bi vê giringiyê jî, divê komisyona çand-hûnerê xebateke esasî bike daku çanda kurdî bike malê nifşê nû, derbasî nava gel, sazî û platformên saziyan ên welatên em lê dijîn bike û bi wan bide naskirin.

Li Gorî Vê;
a- Komisyona Çand-Hûnerê; di hemû xebata xwe de pêşxistin û geşkirina çanda demokratîk a neteweyî û daxwaza ku wê bike malê civatê ji bo xwe esas digire û di çarçoveya têgeheştina çanda Tevgera Azadiyê de tevdigere.
b- Di xebatên xwe yên çandî de li ser esasê nirxên neteweyî ew xebata guhertin û veguhertina civatê, xurtkirina ferdan li gorî pîvanên welatparêziyê dide ber xwe.
c- Li gorî xebatên xweser ên li herêman ew atolyeyên ziman, hûner, wêje, muzîk, folklor, şano û sînemayê vedike. Perwerdeyê dide wan kesên ku întreseya wan li ser van mijaran heye û xebateke ku berhemdariyê ji xwe re esas digire dimeşîne.
d- Li herêmê li gorî pêwistiyên civatê xebatên hûnerî û çandî dimeşîne. Wekî din jî, ji bo pêşxistina xebatên çandê yên ku di seheyên cuda de hene jî xebatên teşwîk kirinê dimeşîne.
e- Digel îdareya komeleyan û komisyonên çandê yên komeleyan li ser esasê hemahengiyê xebatê dike.
f- Ew di hemû cure çalakiyên girseyî ku li herêmê têne kirin de ji beşa çandî berpirsiyar e .
8-Komisyona Saziyan
a- Sazî, xebatên mayinde yên li gora pêwistiyên sosyal û civakî yên emdamê xwe dimeşîne, li gorî rewşa endam û saziyên xwe çalekiyan organîze dike.
b- Digel rêxistinên civakî yên sivîl têkiliyan bipêş dixe.
c- Xebata saziyê, ji bo xwe anîncîya pêwistiyên sosyal, çandî, brokratik û hwd yên endam û derdora endamên xwe esas digire.
d- Ji bo ku sazî hê bisehettir bêne xebitandin, bêne musteweya ku karibin bersiva pêwistiyên civatê bidin, biawayekî ku ew bi xwe lazimiyên xwe yên aborî çareser bikin xwe birêxistin dike. Li kêleka hatinên mayinde, ew projeyan amade dike û çalakiyan li dar dixe.
e- Sazî biparastina nasnameya avahiya xwe ya xweserî di nava meclîsê de cî digirin.
f- Plansaziya wan û hilbijartina birêvebir û serokê komeleyê, program û esasên destûrê tabiyê huquq û pêwendiya federasyon û konfederasyonê ye. Têkiliya wê ya di nava Meclîsa Gel a Herêmê de li ser esasê tevlîbûna demokratîk e.
g- Plansaziya saziyan di nava Meclîsa gel a herêman de tê pejirandin û li ser vî esasî biawayekî koordînelî dikeve meriyetê. h- Ew delegeyên ku di birêvebiriya qet saziyekê de cî nagirin jî dikarin di nava Komisyona Saziyan de cî bigirin.
9-Komisyonên Yekîtiyên Dînî
Di nava armancên têkoşîna azadiyê de afirandina şertên ku ew hemû bawerî û mezhebên ku netewa kurd pêktînin, li ser esasê rêzgirtina hevdu, bê ku rastî tu zor û çewisandin û bisînorkirinan bên baweriya xwe ya dînî bi azadî û serbestî bîne cî heye. Di demê berê de ew dewletên ku Kurdistan kolonîze kiribûn di çarçoveya polîtîkayên xwe yên “dabeş-perçe-îdare bike” de ew cudahiyên dinî yên weke ku beşek ji Kurdan Misilman, Elewî û beşek jî Êzîdî ne heta dawî bikar anîne.

Her ku Têkoşîna me pêşket êdî ew cudahiyên dînî, mezhebî û taybetmendiyên din ji aliyê pêşeroja me de ne talûke û perçebûm, berevacî weke kulîlkên bexçe yên ku divê bêne geşkirin û jiyandin têne dîtin. Di dema me de ku diyalog, têgeheştin û parvekirin di nava dînan de pêş dikeve, ji aliyê gelê me de jî ev cudahiyên dînî ne wek kêmasî û pirsgirêk; bervacî çanda xwoşevîstiyê geş û gûr dibe; ew ê bibe seheyên ku lê demokrasî û hevdufêmkirinên dualî, tehamûlkirina li beramberî ya cuda pêş dikeve. Ji aliyê gelê me de talûkeya esasî ew mezhebçîtiya ku dixwazin li ser înkara Kurdayetiyê, ji rastiya me ya neteweyî û civakî hetiye rûtkirin pêş bixin. Ji ber ku ne tenê ji aliyê gelê kurd de, ji aliyê hemû gelên dunyayê de baweriya dînî û aîdiyeta dînî ne rastiyên ku hevdu red dikin û dijîtiya hevdu dikin. Ji ber vê jî, erka Komisyona Yekîtiya Dînî û berpirsiyariyên wê pir berifireh û jiyanî ne.

Li Gorî Vê;
a- Komisyona yekîtiya dînî li gorî faaliyetên taybetî û pêwistiyên herêmî xebateke pir hesas û hestyar dimeşîne.
b- Ew derfetan ji bo ku beşên gelê kurd ên ku xwedî baweriyên cuda ne karibin biawayekî azad bawerî û îbadetên xwe bînin cî amade dike.
c- Komisyon ji bo ku pêwistiyên zarorî yên gelê me yên dînî pêkbîne; merasim û bawerî, îbadet, rakirina cenaze û teazî hwd xebatan dike.
d- Komisyona Yekîtiya Dînê, wan texrîbatên ku hêzên dijberên Tevgera Gelê kurd çêdikin serrast dike, ew wê prensîba dinî ya ku alîgirê mazluman e, li ser esasê nasname û welatparêziya kurd ji xwe re bingeh digire.

11- Komisyona Ekolijîk
Ew hiliweşîna hawîrdorî ya ku wek pêşketina herî talûke ya serdema me tê dîtin ku wek xerabûna dengeya ekolojîkî jî tê binav kirin, gefan li pêşeroja hemû mirovahiyê dixwe. Ji bilî vê ew şerê qirêj ku li Kurdistanê tê meşandin, nexşe û dîroka welatê me bi tûnekirineke taybetî re aniye himberî hevdu. Yanî welat û gelê me ji xeynî pirsgirêkên giştî yên hawîrê xetereke mezin a hawîrdorê jî ji ber rewşa xwe ya kolonyalîzmê dijî. Ji ber vê jî, têkoşîna demokratîk a kurd, divê van êrîşên pir alî bibîne û li dijî pirsgirêkên hawîrê jî xebateke agahdarkirin û birêxistinkirinê bide meşandin. Ew rewş weke erkeke ku nabe bi paşde bêxistin li ser milê me ye. Ji bo vê jî;
1- Di serî de welatê me li kuderê dinyayê dibe bila bibe divê li hemberî pirsgirêkên hawîrê xwedî helwest be, ev berî hertiştî wek însan mesuliyeta me ye.
2- Komisyonek ji wan kesan tê avakirin ên ku xwe ji jiyana mirov û hawîrê berpirs dibînin û vê ji bo xwe weke pîşe dibînin û ji bo vê têdikoşin.
3- Ji bo rawestandina wê kavilkirina hawîr û dîrokî ya ku li welatê me pêktê, ji bo parastin û tamîrata berhemên dîrokî, têkilîyan bi saziyên navneteweyî re datîne û di nava çalekiyên pêwistî de cî digire yan jî wan birêxistînî dike.
4- Komisyon, di mijara rêzgirtina jiyana mirov û hawîrê de civatê agahdar dike, ji bo vê jî ew hêza rêxistina komisyonên din dixe dewrê.

12-Komisiyona Aboriyê
Ji bo lêçûnên(mesref) Meclîsên Gel ên ku pala xwe dide esasekî sivîl pêwistî bi hatineke diyar a aborî heye. Di seheyeke wisa berfireh de pêşxistina rêxistin, çalakî û xebatên aborî, di heman demê de jî ev tê wateya afirandinên derfetên aborî jî. Pêwistî bi komisyoneke meliyeyê heye ku karibe hatin û çûnê kontrol bike, polîtîkayeke malî ya birêkûpêk amade bike.
Li Gorî vê;
a- Birêvebiriya Meclîsa gel a herêmê di nava xwe de yan jî di nava endamên din ên Meclîsa Gel de, komisyoneke 3 kesî ya maliyeyê hildibijêre. Hemû hatin û çûna wê li gorî zanebûn û erêkirina komisyona darayiyê pêktê. Li gorî prensîba fermiyetê bi polîtîkayeke maliyeyê hemû hatin-çûyin, bi dokumet û biawayekî şefaf tê kirin.
b- Çavkaniyên hatinê yên aborî; li ser esasê mehaneya edaman, hatina ji şahiyan, hatina ji standan û ji alîkariyên jidil pêktên. Mesref jî lêçûnên ku ji ber sedema xebatên komisyon û Meclisê pêktên.
c- Hatin û çûna wan saziyên ku li ser esasê tevlîbûna demokratîkî ya di nava Meclîsa gel de ne li gorî naveroka xebatê ya destûrnameya wan, dê di çarçoveya sîstema darayîya wan de be.

Nächster ArtikelAvrupa Kürt Halk Meclisleri Tüzüğü