spot_img

Şerê Navxweyî Tofanê, Aştiya Navxweyî Azadiyê Tîne

Di van rojên dawî de, bilindbûna rakêşa navbêna PKK-PDK’ê ya bi awayekî xeter, di nava kurdan da rê li metirsiyên kûr vedike. Encamên vêna ew ê bandora xwe li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike û ev dibe pirsgrêkek neteweyî û herêmî.

Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîin ji nû ve tê dizaynkirin de, ji bo kurd di welatê xwe de bibe xwedanê mafê jiyana azad, em bawerdikin ku li ser armanc û stratejiyek hevpar hemû parti, rêxistin û hêzên leşkerî yên kurdan werin cem hev ew ê pêkbê.

Lewma hemû kurdên li welat û yên li diasporayê, dixwazin bi rêya diyalogê pirsgrêkên navbêna partî û hêzên kurdan werin çareserkirin û di vê çarçovê de em her kesî vedixwînin ku bi berpirsiyarî tevbigerin.

Em rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û nivîskarên Kurd ên îmzeyên me li jêr in jî, naxwazin weke temaşevan rawestin li himber vê rêveçûna xeter a navenda wê Başûrê Kurdistanê ye, em ji bo diyalogek avaker û hevkarî û piştgriya navxweyî, hemû aliyên têkildar vedixwînin hewldanê û xîretê.

Dîtina me ew e ku pêkhatina şerekî navxweyî, ji kurdan re ji bilî tofanê tiştekî nayne û piştî 100 salî ev derfetên dîrakî ku derketibûn holê ew ê heba bibin.

Gelek aşkere ye ku şerê navxweyî yê kurdan, di serî de ji dewleta tirkan, ew ê bibe xizmet ji neyarên kurdan re. Dewleta tirka, bi “qirkirina kurdan bi kurdan” ve, dixwaze ji qeyrana xwe ya netew-dewlet rizgar bibe û bi vêna re di heman demê de stratejiya xwe ya dagirkirina Kurdistanê pêktîne. Ji aliyê din ve, di pêvajoya ji nuve dizaynkirina Rojhilata Navîn de, tasfiye kirina siyaseta kurdan a ku xurt bûye û her wiha bê statuhiştina kurdan, ji xwe re kiriye armanc.

Ji bo pêşîgirtina vê rêvçûna xeter, em bang li hemû kurdên li welat û yên li diasporayê û raya giştî kurdan jî dikin, ku şwûna pêvajoyê temaşe bikin, bila insiyatifê hilgirin û dest bavêjin vê pêvajoyê!

 

Yên Îmze Kirine

[ult_buttons btn_title=”Dosya/Dossier” btn_link=”url:https%3A%2F%2Fkon-med.com%2Fwp-content%2Fuploads%2FJi-Bo-Kampanya-I%CC%82mzeyan.doc” icon_size=”32″ btn_icon_pos=”ubtn-sep-icon-at-left”][ult_buttons btn_title=”Dosya/Dossier SORANİ” btn_link=”url:https%3A%2F%2Fkon-med.com%2Fwp-content%2Fuploads%2Fyekitiya_Imza_Sorani.pdf” icon_size=”32″ btn_icon_pos=”ubtn-sep-icon-at-left”]

Related Articles

Stay Connected

19,830FansLike
3,913FollowersFollow
0SubscribersSubscribe
- Advertisement -spot_img

Latest Articles