Cejna Remezanê ya Alema Îslamê Pîroz Be!
Em cejna remezanê ku di nava Civakên Îslamî de wekî cejna xwişk û biratî, aşitî û ji nû ve destpê kirin tê pîroz kirin. Serî ji gelê me yê welatparêz re û ji Civakên Îslamî ya bindest re pîroz dikin.
Îro cejna Remezanê ya gelê Rojhilata Navîn, serî de ji aliyê dîktator Erdoxan û dewleta mêtinger a Komara Tirkiye yê û çeteyen hevkarî ya hêzên paşverû ve ji bo gelan wekî jehr hatiye lê kirin. Cejna Remezanê ji Gelê Kurd re, îro hem jî di rojên erefe yê de, bi domandina zext û pêkutiyên dewleta tirk a ku xirabkirina gorên şehîdan, tayîn kirina kayyumên li ser şaredariyan, binçavkirin û tehdeyî yan ve wekî janêkî, wekî bi êş û elem tê pîroz kirin. Hêza ku îro di Rojhilata navîn de dixwaze qada jiyanê bike wekî cejnekî, dixwaze di Rojhilata navîn de jiyanekî aram a wekî cejnê çêbike ew Tevgera Azadiya Gelê Kurd e. Kesên ku îro bi erîşan ve li ser Gelê Kurd komkujiyan çêdikin, nijadkujî dikin, tehdeyî li cenazeyan dikin, êrîşê goristanan dikin faşistin. Cejnan li nava jiyana gelan de, wekî banga; azadiyê, wekheviyê, dadmendiyê, xwişk û biratiyê, demokrasiyê tê pênase kirin. Em ji hêzên Berxwedêr a Azadiya Kurdan ku îro dixwazin li Rojhilata navîn de ji bo jiyanekî azad û demokratîk ava bikin û dixwazin wan axan bi tekoşînê re bikin qadên cejnê re silav dikin. Em wekî KON-MED’ ê (Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya) dibêjin her misilmanekî ku xwedî baweriya ola Îslamê ye pêwîste piştgirî bide naverok anjî wateya yêkitiya demokratik a Gelê Kurd re. Em bawer dikin hemî Gelên Kurdistanî di serdanên cejnê û guftugoyan de dê rojeva xwe ya serekê bibe yekîtiya neteweyî. Cejnan wekî nirxên yekitî, hevparî û piştgirî ku di wan rojan de dibin lûtke ne.” Bi wî sedemê ve em cejna Remezanê serî de ji dayikên şehîdên şervanên azadiya ya Kurdistanê re, ya gelê Kurd û tevahî Gelên bindest re pîroz dikin! Li gel silav û rêzên xwe ve.
Hevserokên KON-MED’ê
(Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Almanya)
21.05.2020 info@kon-med.com