Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û bi teybet li Gelê Kurd pîroz be!
Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û bi teybet li Gelê Kurd pîroz be. Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê welatên ku Kurdistan dagîr kirine ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.
Di 21’ê Sibata sala 1952’an de hejmarek ji xwendekarên Bingladiş li zanîngeha Pakistanê xwestin ku bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin, Lê rastî êrîşa polîsên Pakistanê hatin. Piştre wan êrîşên polîsan şermezarkirin û dest bi çalakiya girava birîçbûnê kirin. Lê vê carê polîsên Pakistanê bi guleyan êrîş xwendekaran kirin û di encamê de hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Lewre di sala 1999’an de Rêxistina Navnteweyî ya Cîhanî ( UNESCO ) roja 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayîkê yê cîhanî diyar bû. Ziman ne tenê ji bo axavtinê ye , Lê belê ziman emrazekî têkilî, û danûstandinê ye. Ziman emrazeke ji bo pêşxistin û parastina çanda netewî ye. Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene.
Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de Heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîşan tê. Dagîrkerên Kurdistanê herdem xwestine rê li ber pêşkertina zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin.
Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye , Herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de. Lê heya niha ji ber polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê, zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş. Di aliyê Rêzanî de jî parçebûna Kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî Rêzanî. Ji ber di dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê Kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê Kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat kiriye û li berxwe daye.
Bi teybet li Kurdistana Bakûr dewleta Tirk siyasteke hovane li ser gelê Kurd da meşandin, peyva Kurdistan qedexe kirî bû, û heya niha jî bi polîtîkayên qirker vê plîtîkayê didomînê. Lê bi xebat û têkoşînê, lê niha zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye, û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene.
Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û Tevgera Netewî ya kurdî bi hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe parast û bi taybetî piştî bayê guherînê li Rojava Şoreşê destpêkir gelê me di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin bidest xistin, ji dibistanên seretayî de heya bi zanîngehê. Hêjayî giyanêye ku li Rojavayê Kurdistanê, peymangeh û zanîngeh hatin vekirin. Her wiha Rojname, Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibin. Di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî de li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin. Piştî raperîna Rojavayê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn.
Di rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî, Ragihandinî, Aborî, û Hunerî de zimanê Kurdî tê bikaranîn. Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî di sêrîde dewleta dagirker ya Tirkî, siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin, Lewre Kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin.
Di vê wateyê de, em wek KON-MED (Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya yê) di qonaxa jiyanî ya ku têkoşîna me bi berdêl û berxwedanên dîrokî gihiştiyê de, berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîste ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, bijîn, pêş bixin. Her weha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vî bingehî careke din roja watedar a Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikin û bi taybetî Em li Dayîkên xwe yên Kurd, Mamoste, Nivîskar, Zimanzan û Zimanhêzên Zimanê Kurdî pîroz dikin. Her weha bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî jiyanî bikin û pêş bixin…
Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin, geşkirin û pêşxistina zimanê kurdî ji ber ku: Hezkirina zimên, ji hezkirina welête Parastina zimên, ji parastina welête.
Bijî Zimanê Kurdî
Silav û Rêzên me Hevserokên
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya)
KON-MED 20.02.2021
[embeddoc url=“https://kon-med.com/wp-content/uploads/KON-MED-PEYAMA-JI-BO-ROJA-ZIMANE-DAYIKE-YA-CIHANI.pdf“ download=“none“ viewer=“google“]