SERSAXÎ Jİ BO MALBATA ŞÊX MUSA Û GELÊ KURDISTANÊ!
Me heval şêx Musa kesayetekî fedakar yê tekoşerê Kurdistanê winda kir.
Şêx Musa berî mihekê ji ber nexweşîya Koronayê di nexweşxaneya li Elmanya Bajarê Bonn’ê razandî bu.
Şêx Musa’yê 67 Salî di 01.01.2021 saatên nîvro de çû ser dilovanîya xwe.
Şêx Musa yek ji damezrêrê Heyva Sor ya Kurdistanê bu. Ev 27 Sal bê navber di vê sazîyê de xizmetek bi fedakarî dikir û heta koça dawî di rêveberîya Heyva Sor da cîh digirt. Şêx Musa yê kû di rêvebirîya Heyva Sor de cîh digirt, ji ber sedemên şer li kûderê hawcebuna alîkarîyê hebaye, bi kedekî mezin ew li wir bû.
Wî ji bo alîkarîya gelê muhtaç ya ji bo herçar perçeyên kûrdistaniyan ji tû fedakariyan dûr neketibû û xizmetek mezin kir.
Di her qonaxa jiyan û tekoşîna xwe de, bêyî ku xwe ji fedakariyê dûr bixe, bi bawerî têkoşîna xwe domand. Weke KON-MED (Konfederasyona Civakên Kurdistanîyên li Elmanya), em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, malbata wî rêhevalê wî yên Heyva Sor a Kurdistanê û heskirinê wî re dixwazin. Em soz didin ku bibîranîna rêheval Şêx Mûsa wê her tim di têkoşîna mede zindî bimînê.
Hevserokên KON-MED
Konfederasyona Civakên Kurdistanîyên li Elmanya